Mesrûr Barzanî li gel berpirsê Konsolosxaneya Japonyayê ya Hewlêrê civiya

22 sibat 2025 16:51
Mesrûr Barzanî li gel berpirsê Konsolosxaneya Japonyayê ya Hewlêrê civiya

PeyamaKurd – Berpirsê Konsulxaneya Giştî ya Japonyayê li Hewlêrê Nîkîhîro Arawa boneya bidawîbûna erkê xwe serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Barzanî spasiya hewlên Arakawa yên ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Arakawa kêfxweşiya xwe li hember hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya welatê xwe jî ji bo bipêşxistina peywendiyên zêdetir li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.