Ji Mesrûr Barzanî û Berpirsê Amerîkî hevdîtineke girîng li ser enerjiya Kurdistanê: 'Amerîkayê soz daye'

16 gulan 2024 22:31
Ji Mesrûr Barzanî û Berpirsê Amerîkî hevdîtineke girîng li ser enerjiya Kurdistanê: 'Amerîkayê soz daye'

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Gulanê li peytext Hewlêrê bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarên Enerjiyê Jeffrey Pitt re civiya.

Piştî hevdîtinê hate ragihand, di civîna ku Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski amade bû de, guftûgo li ser geşepêdana sektora enerjiyê, derfetên bikaranîna enerjiya paqij û nûjen û plan û projeyên ji bo baştirkirina rewşa elektirîkê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Her du alî li ser girîngiya destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê hevnêrîn bûn, ku ji ber rawestandina wê, bi milyaran dolar ziyan gihîştiye dahata Iraqê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, piştre serdana santrala Mass Global li Pîrdawid û westgeh û kêlgeha Xurmele ya girêdayî Kar Group li parêzgeha Hewlêrê kirin.

Mesrûr Barzanî: Amerîkayê soza piştgiriya enerjiyê daye

Di civîna rojnamevanî de, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî bikaranîna enerjiya paqij û berçavgirtina parastina jîngehê û sînordarkirina pîsbûna hewayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, cihê kêfxweşiyê ye ku Amerîka girîngiyê dide pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike, da ku em karibin di van waran de gavên baştir û pêşketinan bi dest bixin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, Amerîka soz daye ku piştgiriya pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ji bo Kurdistaneke bihêz û pêşketî ya di çarçoveya Iraqeke federal de nîşan da.

Berpirsê Amerîkî got: “Ez kêfxweş im ku dibînim ku pîşesaziya enerjiyê li vê herêmê pêşkeftî ye û di asta standardên navneteweyî de ye. Dema ez li dîmenê dinêrim, gelek deverên hilberîna petrolê yên li Amerîkayê tîne bîra me, vir mîna Oklahoma biçûk e.”