Dîplomatê amerîkî Gnehm: Mesrûr Barzanî wê ji derheqê hemû rêgiriyan derkeve

02 tîrmeh 2019 16:29
Dîplomatê amerîkî Gnehm: Mesrûr Barzanî wê ji derheqê hemû rêgiriyan derkeve

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê berê li Urdinê dîplomat Edward Gnehm ragihand ku Serokwezîrê erkdarkirî bo kabîneyan nehem Mesrûr Barzanî xwedî ezmûneke mezin e û got ew dê ji derheqê hemû rêgiriyan derkeve.

Dîplomatê amerîkî Gnehm bal kişand ser xebatên damezirandina kabîneya nû ya Kurdistanê û seqamgerî û aramiya Herêmê. Dîplomatê amerîkî peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bibîr xist û wiha pê de çû,

“Dîroka peywendiyên me digihîje gelek salên berê. Damezirandina hikûmeteke nû gelekî girîng e. Ez dizanim, hem di warê naxweyî de û hem jî li asta herêmî de gelek kar li benda wî (Mesrûr Barzanî) ne. Ez hêvî dikim ku ew bi ser keve.”

Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê sondxwarî Mesrûr Barzanî yê ku bo pêkanîna hikûmeteke nû hatiye erkdarkirin, bênavber xebatên xwe didomîne.