Mesrûr Barzanî bi Balyozê Kuweytê re civiya

23 gulan 2024 20:33
Mesrûr Barzanî bi Balyozê Kuweytê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23yê Gulanê li paytext Hewlêrê pêşwazî Balyozê Kuweytê yê Iraqê Tariq Ebdula Ferec kir.

Piştî hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Kuweytê yê Herêma Kurdistanê Osman Dawid jî beşdarî kir de, hate ragihandun, tekezî li ser girîngiya bihêzkirina pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Kuweytê de hatiye kirin ku dîroke wan a hevpar di rûbirûbûna stem û dîktatoriyê de heye.

Balyozê Kuweytê got ku dewleta Kuweytê bi çavê rêz û girîngiyê li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û îradeya welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî anî ziman.

Di beşeke din a civînê de, her du aliyan li ser derfetên pêşxistina veberhênana Kuweytê li Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de axivîn.