Merz: Rejîma Îranê hov e, em piştevanê xwepêşanderan e

12 rêbendan 2026 17:13

 Şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz, li Hindistanê tundiya rejîma Îranê ya li dijî xwepêşanderan şermezar kir. Merz diyar kir ku bikaranîna hêzê ne nîşana hêzê, lê nîşana "qelsiyê" ye û bang kir ku tundî demildest bi dawî bibe.

Merz: Rejîma Îranê hov e, em piştevanê xwepêşanderan e

EuronuNews- Merz pesnê wêrekiya gelê ku ji bo azadiyê li ser piyan e da û diyar kir ku xwepêşandanên aştiyane mafekî xwezayî ne.

Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA),  di serhildanan de heta niha herî kêm 544 kes hatine qetilkirin û nêzî 10 hezar û 700 kes jî hatine girtin.

Şansolyeyê Alman uê ku berê rejîma Îranê wekî "rejîmeke terorîst" bi nav kiribû, piştgiriya xwe ya ji bo bidawîbûna vê pergalê careke din anî ziman.