Me bo Îranê got ku êrîsên ser balafigehên Bexda û Hewlêrê rawestînin

23 tîrmeh 2021 02:54
Me bo Îranê got ku êrîsên ser balafigehên Bexda û Hewlêrê rawestînin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn bo televizyona Al Hurra axifî û got ku bi rêvebiriya Îranê re axifîne û aşkera gotine ku dev ji êrîşên ser balafirgeha Bexda û Hewlêrê berdin û êrîşan rawestînin.

Huseyîn got ku rêvebirên Îranê gotine; ti têkiliyên wan bi êrîşên ser balafirgehan nîne. Iraq, di hevdîtinên Tehran û Bexdayê de ji Îranê xwestine ku ber li êrîşên gûbên çekdar yên Iraqê ku yên terefdarên Îranê ne berdin û navbeynkariya wan bikin. Huseyîn ragihand ku ji wan grûban hinek jê aşkera dibêjin ku ew bi ser Îranê ve ne.

Fûad Huseyîn, li ser êrîşên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê axifî û got ku Tirkiye ne di nav peymanekî bi Bexdayê re, operasyonan dike û têkiliyên Iraqê bi operasyonan tine.

Huseyîn got ku ew razî nînin PKK li ser axa Iraqê be û destûra Iraqê îznê nade ku axa Iraqê bo êrîşên ser dewletekî cîran bê bikaranîn.