'Bexda destûrê nade erda Iraqê ji bo êrîsên ser Îranê were bikaranîn'

08 nîsan 2019 20:32
'Bexda destûrê nade erda Iraqê ji bo êrîsên ser Îranê were bikaranîn'

PeyamaKurd – Cîgirê Yekem ê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî piştî hevdîtina digel şanda Iraqê ya bi seroktiya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî da xuyakirin ku Ebdulmehdî gotiye, ew rê nadin Amerîka ji ser erda Iraqê êrîşan bibe ser Îranê.

Nivîsgeha Cîhangirî ragihand, bi şanda Iraqê re li ser pêwendiyên aborî, siyasî, leşkerî û kêşeyên herêmî hatiye axaftin û hat gotin, pêwîste ambargoyên Amerîkayê bandorê li pêwendiyên herdu welatan nekin

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku bi zarê Ebdulmehdî hatiye gotin, “Bexda dê destûrê nede ku erda Iraqê ji bo êrîşên ser Îranê were bikaranîn. Em naxwazin bibin aliyekî dorpêçên ser Îranê.”