Louis-Ferdinand Céline: Rakirina maskeyan û kolandina ziman, wêje û mirinê
Céline di vê hevpeyvîna ku sala 1957an bi Pierre Dumayet re kiriye bi awayekî pir eşkere û tund behsa guhertina ziman, nerîna xwe ya li ser mirinê û cudahiya navbera bijîşkî û wêjeyê dike; hevpeyvînek ku tê de Céline hemû maskeyan ji rûyê rastiyê radike.
RûpelNews - Louis-Ferdinand Céline yek ji wan nivîskaran e ku bi stîla xwe ya tazî di dinyaya nivîsandinê de şoreşek di zimanê edebî ya Fransî de pêk anî. Ev hevpeyvîna wî ya dîrokî ya sala 1957an e ku bi Pierre Dumayet re kiriye. Céline di vê hevpeyvînê de bi awayekî pir eşkere û tund behsa guhertina ziman, nerîna xwe ya li ser mirinê û cudahiya navbera bijîşkî û wêjeyê dike; hevpeyvînek ku tê de Céline hemû maskeyan ji rûyê rastiyê radike.
Hevpeyvîna ku ji roja destpêkê heta îro weke diyardeyekê maye, îro taybetî ji bo xwendevanên RûpelNewsê ji aliyê nivîskar û helbestvan Dilovan Ali ve ji îngilîzî ji bo kurdî hatiye wergerandin.
Louis-Ferdinand Céline kî ye?
Bijîşk û nivîskarekî navdar ê fransî ye ku di 27ê Gulana 1894an de li bajarokê Courbevoie yê Parîsê ji dayik bûye û di 1ê Tîrmeha 1961an de li bajarokê Meudon ê Parîsê koça dawî kiriye. Céline bi romana xwe ya bi navê "Rêwîtiya ber bi dawiya şevê ve, 1932" şoreşek di zimanê edebî de pêk anî û paşê bi berhemên wekî "Mirina bi deyn، 1936" pêgeha xwe wekî nivîskarekî radîkal bi cih kir. Céline bi anîna zimanê kolanan ji bo nav romanê û bi afirandina şêwaza "sê xalan" (...) ji bo çêkirina rîtma muzîkî di deqê de tê naskirin. Wekî bijîşkekî serhildêr û nivîskarekî reşbîn, heta dawiya jiyana xwe wekî "teknîkkarê stîlê" ma û berhemên wî bandoreke kûr li ser nivîskarên mezin ên wekî Samuel Beckett, Charles Bukowski û Jean-Paul Sartre hiştin.
Dumayet: Birêz Céline, ez dixwazim bizanim, bi rastî, tu çawa li xebatên xwe dinêrî? Gelo tu xwe wekî nivîskar dibînî?
Céline: Na, na, bi tu awayî. Bi wê wateya ku xelk jê fêm dikin, ez xwe wekî nivîskar nabînim. Na, ez "teknîkkar im". Belê, teknîkkarê stîlê. Tu fêm dikî? Tiştê ku ez dikim karekî fîzîkî ye, tenê karekî fîzîkî. Ez wekî pînekarekî li peyvan dinêrim. Nivîsandin li cem min êş e, ceza ye, pişta min dişkîne. Ez tu tamê jê nagirim, tu tişt! Ewên ku dibêjin nivîsandin kêf û şahî ye, derewan dikin, derewîn in. Ez tenê mirovek im ku dixebitim da ku bijîm, da ku nanê xwe peyda bikim.
"Îlham"? Tiştekî wisa tune ye. Tenê westiyan heye, tenê westiyan. Ez wekî karkerekî nav kana madenê peyvan dikolim. Tiştê ku ez dikim karekî destî ye, ne karekî pîroz an tiştekî wisa ye. Na, ez tenê amûran rêz dikim, tu tiştekî din na.
Dumayet: Lê tu dibêjî ku zimanê me miriye. Mebesta te çi ye? Tevî ku tu di vî zimanî de xwedî wêjeyeke mezin î!
Céline: Wêje? Tiştê ku tu behs dikî wêjeya "saziyan" e. Zimanê Fransî ji sedsala 18an û vir ve di nav qalibekî hişk de qeşa girtiye. Bûye zimanê hiqûqî, zimanê fermî, zimanê "akademiyên tijî mêş û mûr". Dema tu projeyeke hiqûqî an gotareke fermî dixwînî, gelo tu qet lêdana dilekî hîs dikî? Na! Ji ber ku hest di nav ziman de hatiye kuştin.
Min çi kir? Min ziman "teqand". Ez vegeriyam ser zimanê zindî; zimanê wî mirovî ku di nav kolanan de diêşe. Ez naxwazim çîrokan vebêjim, ez dixwazim "hestan" rasterast veguhêzim nav damarên xwendevanên belengaz. Tiştê ku ez dikim muzîk e, lê belê muzîkek tijî ji qêrînê!
Dumayet: Şêwaza nivîsandina te pir cuda ye, bi taybetî bikaranîna wan "sê xalan" ( ... ) di navbera hevokan de. Ev ji bo çi ye?
Céline: Min ziman hejand, min ziman ji wî halê hişk derxist. Tu fêm dikî? Beriya min, ziman wekî muzîkeke mirî bû di nav pirtûkan de. Min ew "sê xal" anîn ( ... ) da ku ez rîtma "nefesstendinê" bidim ziman. Ez dixwazim xwendevan dema tekstê dixwîne, hîs bike ku kesek rasterast di nav serê wî de pê re dipeyive. Ev dekûdolaveke teknîkî ye, celebekî "muzîkê" ye di nav pexşanê de. Nivîskarên din tenê peyvan rêz dikin, lê belê ez "hestan" vediguhêzim. Min ziman ji destê akademîsyen û profesoran derxist û dîsa xist nav jiyana rastîn.
Dumayet: Ji ber wê ye ku tu ewqas "sê xalan" û "nîşanên matmayînê" bikar tînî?
Céline: Bêguman! Ew sê xal (...) rêbaza min in da ku ez nehêlim hevok bimire. Hevok li cem min wekî laşekî zindî ye, divê nefesê bistîne. Ew xal nefes in. Ez xwendevanan mecbûr dikim ku bi min re bibezin, biwestin, xwêdanê bidin. Yên din? Ew nivîskarên "destavê" ne; dinivîsin da ku xelk di dema bêhnvedanê de bixwînin û xewa wan bê. Ez dinivîsim da ku xewê ji çavên xelkê birevînim!
"Ziman li ba akademîsyenan wekî cesedekî di nav tabûtê de"
Dumayet: Tu behsa wê yekê dikî ku te şêwaza nivîsandina xwe guherandiye, lê belê profesor û akademîsyen dibêjin ku te ziman têkbiriye...
Céline: Ew? Profesor? Ew tenê parêzvanên goristanê ne! Tu fêm dikî? Ziman li ba wan wekî cesedekî di nav tabûtê de lê hatiye; hişk û bê can. Ew diçin akademiyan û biryarê didin ka ziman dê çawa be, lê belê ziman li nav kolanan e, di nav jiyanê de ye, di nav nefesê de ye. Ez hatime da ku ziman ji wê "zîndana rêzimanî" rizgar bikim. Ew dibêjin ku min ziman "pîs" kiriye, lê belê min ziman "vejandiye". Ew tirsonek in, nikarin rûbirûyî rastiyê bibin, lewma xwe diavêjin bextê qanûnên kevin ên ziman da ku xwe tê de veşêrin. Akademiya cihê miriyan e, ez jî naxwazim bibim yek ji wan.
Dumayet: Lê belê, çima tu ewqas bi tundî êrîşî nivîskarên din dikî?
Céline: Ji ber ku ew... ew bi rastî derewîn in! Belê, derewîn. Ew di nav "bircên fîlan" de dijîn. Ew behsa "mirovahiyê" dikin... lê tu carî, tu carî bêhna xwêdana mirovekî negihiştiye pozê wan. Ew dixwazin wêjeyê wekî celebekî "pîroziyê" nîşan bidin. Çima? Ji ber ku wisa bawer dikin ku kesayetiya wan "bilindtir" e. Ez nefretê ji vê dikim. Tiştê ku jê re dibêjin navdariya wêjeyî? Tenê maskeyeke karnavalê ye. Di bin wê maskeyê de, tenê mirovekî pûç heye ku tî yê çepikan e. Ew ne nivîskar in, ew "nîşandêr in". Ez ji wan aciz im, ji ber ku baweriya wan bi wê "pîroziya" sexte heye ku ji bo xwe çêkirine.
Nexwe helbestvan? Helbestvan tenê bi xemlandina goristanan ve mijûl in. Belê, xemlandina goristanan. Jiyan tije êş, tirs û bêhna nexweş e... lê belê ew tên û bi muzîka peyvan wê vedişêrin. Ez hurmetê didim wî kesê ku rastiyê dibêje, ne wî kesê ku xeml û xêzê jê re çêdike. Helbest ji bo min tenê lîstika bi xeyalan re ye. Dema mirov di nav şer de be, dema birçî be, hewcedariya wî bi "helbesta pîroz" tune ye, hewcedariya wî bi rastiyeke tazî heye.
"Ti tişt pîroz nîn e, ne niştiman, ne wêje..."
Dumayet: Tu bawer dikî ku tu tiştekî pîroz di wêjeyê de nemaye?
Céline: Ti tişt pîroz nîn e, ti tişt! Ne niştiman, ne wêje, ne jî tu kes. Nivîskar an helbestvan, heke bawer bike ku ji ber nivîsandina pirtûkan ji mirovên din bilindtir e, nexwe ew kesekî ehmeq e. Ez hurmetê didim wî kesê ku bi rastgoyî dibêje "ez tenê mirovek im", ne wî kesê ku wekî pûtekî derdikeve pêş. Wêje nexweşî ye, ne şanazî ye. Ew nivîskarên ku wekî "pêxember" xwe nîşan didin, tenê bazirganiyê bi hestên xelkê dikin. Ez wan hemû pîroziyan hildiweşînim da ku tenê mirovê rastîn bimîne; mirovekî tenê, bêhêvî, lê belê rastgo. Rastgoyîbûn, tenê tiştê ku dimîne ew e.
Dumayet: Lê belê dîroka wêjeyê nivîskarên mezin diparêze...
Céline: Dîroka wêjeyê? Henek e! Dîroka wêjeyê ji aliyê "tirsonekan" ve hatiye nivîsandin. Ew tenê navên wan kesên ku "guhdar" bûn di nav de dihêlin. Ewên ku nikarîbûn ziman bihejînin. Ewên ku bûn parêzvanên nirxên burjûwayî. Pîroziyên wan tenê ji bo wê yekê ne ku xelkê ji afirandinê bitirsînin. Ez li derveyî wê dîrokê sekinî me. Ez nefretê ji wê "koşka wêjeyî" dikim ku li ser derewan hatiye avakirin.
Dumayet: Ezmûna şer di romana te ya yekem de (Rêwîtiya ber bi dawiya şevê ve) pir bi hêz e. Şer li ba te çi ye?
Céline: Şer? Şer "komediya" herî mezin a mirovahiyê ye, lê belê bi xwînê hatiye nivîsandin. Tu fêm dikî? Di şer de tu qehremanî tune ye. Tenê "tirs" heye. Tirseke reha. Ewên ku di nav şer de behsa "şeref" û "niştiman" dikin, ew in ku li piştê rûniştine û li mirina xelkê dinêrin. Şer wekî wê yekê ye ku tu mirovan bixî nav amûreke mezin a goşt-hûrkirinê. Li wir kes hizira pîroziyê nake, her kes tenê dixwaze "çermê xwe xelas bike". Şer tenê genîbûn e; bêhna goştê şewitî, herî û tirsa mirov e. Tiştê ku ez di şer de fêr bûm ew e ku mirov tu tişt nîn e, tenê parçeyek goşt e ku bi guleyekê dibe tu tişt. Şer hemû ew derewên ku ez di dibistanê de fêr bibûm, ji serê min avêtin.
Dumayet: Tu wekî bijîşkekî jî dixebitî. Gelo bijîşkî alîkariya te dike ji bo nivîsandinê? Kîjan ji wan ji bo te giringtir e?
Céline: Bijîşkî? Bijîşkî her tişt e. Wêje ti tiştek tê de tune ye, tenê ba ye. Lê belê bijîşkî... ew rastî ye. Tu fêm dikî? Dema nexweşek tê ba te, ew derewan nake. Êşa wî heye. Êş nikare derewan bike. Ez wekî bijîşkekî, dest didim birînan, dest didim "rastiyê". Nivîskar tenê behsa êşê dikin, lê belê bijîşk di nav êşê de dijî. Ez pir bêtir hurmetê didim bijîşkiya xwe wekî ji nivîsên xwe. Nivîsandin tenê "werzişeke zimanî" ye, lê belê bijîşkî rizgarkirina mirov e ji wê genîbûna ku tê de ye. Ez her dem dibêjim: Ez bijîşk im ku dinivîsim, ne nivîskarekî ku bijîşkiyê dike. Bijîşkî ez fêr kirim ku mirov tenê "makîneyeke biyolojîk" e ku pir zû xira dibe. Bijîşkî hemû ew xeyalên pûç ji nav dibe, ku wêje wan ava dike.
Dumayet: Niha nîqaşek pir germ li ser "wêjeya pabend" (wekî ku Sartre behs dike) heye; ku divê peyameke siyasî ya nivîskar hebe. Nerîna te çi ye?
Céline: Ev şanoya herî mezin a serdemê ye! Ev hemû fersendperest in. Ewên ku di nav romanên xwe de behsa "rizgarkirina gel" û "peyama siyasî" dikin, tenê dixwazin li ser hesabê xelkê bibin qehreman. Wêje nabe bibe "mizgînvan". Dema nivîskarek dibe xwedî peyameke siyasî, êdî ew ne nivîskar e, ew "propagandakar" e. Sartre û hevalên wî... ew di nav kafeteryaya "Flore" de rûniştine û behsa şoreşê dikin, lê belê destê wan nehatiye ser tu êşekê. Ew dixwazin bi navê siyasetê "pîroziyeke nû" ji bo xwe ava bikin. Li ba min, ev celebê wêjeyê tenê dereweke birêxistinkirî ye. Tenê wezîfeyeke nivîskar heye: Tiştê ku pê dihîse, veguhêze; bêyî ku bixe xizmeta tu hizb an îdeolojiyekê.
"Zimanê pîroz û akademîk zimanekî mirî ye"
Dumayet: Çima tu ewqas peyvên kolanan û argoyê di berhemên xwe de bikar tînî? Gelo ev zimanê wêjeyê qirêj nake?
Céline: Zimanê pîroz û akademîk zimanekî mirî ye, wekî kulîlkên plastîk e; rengên wan hene lê bêhna wan tune ne. Ez argoyê bikar tînim ji bo ku "germahiya jiyanê" vegerînim nav nivîsê. Argo ne tenê peyv in, ew qêrîna mirovên birçî û tirsonek in. Min zimanê fransî ji wê zindana rêzimanî derxist û xist nav xwîn û xwêdanê. Nivîskarên din bi peyvên "paqij" derewan dikin, lê ez bi zimanê kolanan rastiyê dibejim. Zimanê rastîn li kolanê ye, ne di bin qube-yên akademiyan de ye.
Dumayet: Gelek kes wisa bawer dikin ku nivîskar ji bo rûmet û hunerê dinivîse, lê belê tu gelek caran behsa aliyê maddî dikî. Gelo tu ji bo pereyan dinivîsî?
Céline: Belê, bêguman! Ez ji bo pereyan dinivîsim. Çima ez derewan bikim? Ewên ku dibêjin "em ji bo hunerê dinivîsin" an pir dewlemend in an jî derewîn in. Divê ez bacê bidim, nan bikirim, vî xanî û kûçikên xwe xwedî bikim. Nivîsandin li ba min tenê "bazirganiyeke nexweş" e. Tu fêm dikî? Heke pereyên min hebûna, min rêzikek jî nedinivîsand, qet! Ez wekî her karkerekî dinivîsim ku diçe ser karê xwe da ku di dawiya mehê de mûçeya xwe bistîne. Tu tiştekî "rûhî" an "pîroz" di vê de nîn e, tenê zerûreta jiyanê ye. Ez dinivîsim da ku netopim, tenê ew e.
Dumayet: Gelo tu ji bo kê dinivîsî? Ji bo xwendevanekî taybet?
Céline: Ez ji bo tu kesî nanivîsim, ez ji bo xwe dinivîsim da ku netopim. Lê belê tiştê ku ez dibînim ew e ku wêjeya îro tenê ji bo razîkirina "xwendevanên burjûwa" ye. Ew xwendevanên ku radizên û dixwazin bi pirtûkekê xewa wan bê. Nivîskar dinivîsin da ku xelata 'Goncourt' û xelatên din werbigirin. Ew dixwazin di nav sîstemê de bibin "Swêdî" (xwediyê xelata Nobelê) û bibin kesên "pîroz". Ez nefretê ji wê sîstemê dikim ku xelatan belav dike. Xelat ji bo kûçikan baş e, ne ji bo nivîskaran. Heke nivîskarek bê xelat kirin, bizanibe ku ew bûye parçeyek ji wê "derewa mezin". Ez dixwazim wekî "mirovê dawî yê rastgoyî yê" bimînim, heta eger her kes nefretê jî ji min bike.
Dumayet: Tu pir kêm bi mirovan re têkildarî û bêtir bi kûçikan re demên xwe derbas dikî. Çima?
Céline: Ji ber ku heywan derewan nakin. Mirov afirîdekî wisa ye ku maskeyên wêjeyî û exlaqî bikar tîne da ku hovîtiya xwe veşêre. Lê kûçik? Heke tu biêşî, ew bi te re diêşe. Di navbera min û kûçikan de tu "wêje" tune ye, tenê dilsoziyeke tazî heye. Her ku ez mirovên "rewşenbîr" û "pîroz" bêtir nas dikim, ez bêtir ji kûçikan hez dikim. Mirovatî nexweşiyek e ku bi derewan tê dermankirin, lê heywan parçeyek ji rastiya xwezayê ne ku hîna pîs nebûne.
Dumayet: Tê gotin ku tu bi hezaran rûpelan dinivîsî lê tenê hinek ji wan diweşînî. Ev pêvajo çawa ye?
Céline: Nivîsandin li cem min ne "îlham" e, ew "karkeriya madenê" ye. Ez bi hezaran rûpelan dinivîsim, paşê ez wan parzûn dikim, dişewitînim û diavêjim. Ez mîna pînekarekî me ku bi hezaran caran li heman cihî dixe heta ku dibe huner. Tiştê ku xwendevan dibînîn tenê %1ê wê êşê ye ku min kişandiye. Nivîsandin parzûnkirina xwînê ye; divê tu her tiştî paqij bikî, hemû rûpelên zêde û vala biavêjî, heta ku tenê "cewherê rastiyê" bimîne. Ez naxwazim pirtûkên stûr binivîsim, ez dixwazim pirtûkên "bi bandor" binivîsim ku mîna guleyekê li mêjiyê xwendevanan bikevin.
Dumayet: Pir behsa şêwaza karkirina te tê kirin, dibêjin tu gelek caran sernivîsên xwe diguherînî.
Céline: Belê... ez ne wekî yên din im ku "îlham" bi ser wan de zal e û dinivîsin. Ez bi destên xwe dinivîsim. Ez bi cesedê xwe dinivîsim. Tiştê ku ez dikim "îşkence" ye. Ez rûpelan hezar caran diçirînim. Tu dizanî çima? Ji ber ku ziman wekî "hesinê sar" e, divê tu ewqas lê bidî heta ku germ bibe û bihele. Nivîskarên din tenê "avê" dirjînin, lê belê ez ji bo her rêzikekê "xwînê" dirjînim. Ev ezmûna min e; nivîsandin li ba min ne kêf e, lê belê paqijkirina birînê ye.
Dumayet: Hinek ji te re dibêjin "reşbîn", dibêjin tu tenê aliyên tarî dibînî.
Céline: Reşbîn? Ew tenê peyveke pûç e ku tirsonek bikar tînin. Ez tenê "rastgo" me. Ma rastiya ku mirov dixwe, vedireşe, dimire û bêhn jê tê, reşbînî ye an rastî ye? Mirov afirîdekî demkî ye, tijî qirêjî û tirs e. Ez tenê wê perdeya spehî radikim ku wêjekarên "bêhnxweş" avêtine ser vê rastiyê. Jiyan ne ew e ku tu di romanên gulgulî de dibînî, jiyan ew şerê mezin e ku di dawiyê de em hemû tê de winda dikin.
Dumayet: tu pir behsa wêrankirinê dikî. Li gorî te dahatûya Ewropayê ber bi ku ve diçe?
Céline: Ewropa? Ewropa cesedekî genî ye û li benda veşartinê ye. Em di serdemekê de dijîn ku tê de "madde" her tişt daqurtandiye. Mirov bûye koleyê teknolojî û hesin, ruh tê de nemaye. Ez dibînim ku şaristaniya me ber bi celebekî "hovîtiyeke nû" ve diçe, lê vê carê hovîtiyeke teknîkî. Xelk bawer dikin ku bextewar in ji ber ku amûrên wan zêde ne, lê di hundir de vala û pûç in. Dahatû tenê çoleke mezin e ku tê de mirov wekî mêş û mûran li pey hev dibezin, bêyî ku bizanibin bi ku ve diçin. Em qediyan, tenê merasîma şîna me maye.
Dumayet: Gelo tu bawer dikî ku di dahatûyê de, piştî sed salî, xelk hîn jî pirtûkên te bixwînin? Gelo navdarî ji bo te giring e?
Céline: Piştî sed salî? Ma giringiya vê çi ye? Ez wê çaxê bûme toz û xwelî. Navdarî dereweke din a nivîskaran e da ku wisa hîs bikin ku ew namirin. Tu xewnên min ên wisa nîn in. Cîhan dê li ser genîbûna xwe berdewam bibe, çi ez bêm xwendin çi na. Ez naxwazim bibim peykerek li qadan, ez nefretê ji peykeran dikim, ji ber ku çivîk li ser wan pîsîtiyê dikin. Tiştê ku ji bo min giring e niha ye, ne tiştê ku piştî mirina min tê gotin. Dahatû tenê valahî ye. Mirov her dem li pey pîroziyeke nû digerin da ku xwe pê ve mijûl bikin, lê belê rastî ew e ku em hemû dê bên jibîrkirin.
Dumayet: Ez dixwazim bizanim, gelo tu ji mirinê ditirsî? Mirin di nav berhemên te de her dem amade ye.
Céline: Mirin? Na, mirin ne metirsîdar e, mirin "acizker" e. Tu fêm dikî? Tiştê metirsîdar jiyan e, ji ber ku jiyan tije derew e, tije şov e. Mirin tenê bêdengiyeke reha ye. Min wekî bijîşkekî, bi hezaran caran mirin dîtiye. Di nav mirinê de tu pîrozî tune ye. Dema mirov dimire, tenê dibe parçeyeke goştê sar, tu tiştekî din na. Ewên ku behsa "mirina pîroz" dikin, dixwazin mirinê jî wekî wêjeyê bixemlînin. Lê belê mirin rastiyeke tazî ye. Tiştê ku di nav mirinê de heye tenê "tenêbûn" e. Em hemû bi tenê dimirin, wekî ku em bi tenê dijîn. Ez naxwazim mirina xwe bikim destan. Dema wext hat, ez tenê dixwazim bi bêdengî herim, bêyî çepikan û bêyî derewên nivîskaran.
Dumayet: Wekî pirsa dawî; piştî van hemû gotinan, tiştekî te yê din heye ku tu bibêjî?
Céline: Tiştek tune. Tu dizanî, mirov pir dipeyive ji ber ku ditirse. Em bi peyvan dîwarekî li dora xwe ava dikin da ku dengê bêdengiyê neyê guhên me. Lê di dawiyê de, bêdengî serkeftî ye. Hemû ev pirtûk, ev deng û hewar, ev wergerandin... tenê lîstikek bûn ji bo paşxistina mirinê. Di dawiyê de tenê bêdengî dimîne. Bêdengiyeke kûr û rastîn. Ez niha tenê bêdengiyê dixwazim, bêdengiyek ku tu derew tê de tune bin.
