Libya | Xelîfe Hefter ji bo hilbijartinan ji fermandariya gistî vekisiya
23 îlon 2021 20:05
PeyamaKurd - Parlamena Lîbyayê berî 2 rojan bawerî ji hikûmeta Ebdulhemîd El-Debîbe kişand û li gor biryara parlamenê, Fermandarê Giştî yê Artêşa Netewî ya Libyayê Xelîfe Hefter bi armanca namzetiya xwe bo serokatiya Libyayê di hilbijartinan de deyne, ji erka xwe îstifa kir.
Hat ragihandin ku Xelîfe Hefter erka xwe ji bo sê mehan bi awayekî demkî rawestandiye û li şûna wî jî wek serokerkanê giştî Ebdulrezaq El-Nazûrî hatiye destnîşankirin.
Li gorî biryarê wê El-Nazûrî ji îro 23yê Îlonê heta 24ê Kanûnê ku hilbijartinên Libyayê têne lidarxistin li ser kar bimîne..
Heger Hefter neyê hilbijartin biryare ku careke din vegere ser erka xwe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Erdogan: Emê dersa Hefter bidinê û ji Libyayê jî venakisin
14 rbn 2020
Cîhan
Cafer Emînkî: Em ji encamên hilbijartinan gelekî kêfxwes in
17 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin