Pistî asayîkirina têkiliyên bi Îmartê re Tirkiyê li Libyayê xwe nêzîkî Xelîfe Hefter kir

22 rêbendan 2022 01:04
Pistî asayîkirina têkiliyên bi Îmartê re Tirkiyê li Libyayê xwe nêzîkî Xelîfe Hefter kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî Tirkiye û Îmaratê pêwendiyên xwe asayîkirin û di warê aborî de pêngavên wekî peymanên milyar dolaran ên veguhestina diravî (swap) îmze kirin, Tirkiyê yekem car li Libyayê jî balyozê xwe şand serdana herêma di bin deshilata Xelîfe Hefter de.

Rojnameya El-Ereb daye xuyakirin, guhertinên siyasî û dîplomatîk li Rojhilata Navîn, bi taybet li ser asta têkiliyên Îmarat û Tirkiyê, bandor li Lîbyayê kiriye û di nûçeyê de tê gotin, di encama aramkirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Îmaratê de, tevgereke nû li qada Lîbyayê çêbûye.

Herwiha tê diyarkirin, ev tevger nîşan dide ku wê pêvajoyeke ji berê cudatir dest pê bike, lewra piştî balyozê Îmaratê Mihemed Elî El-Şamsî gihîştiye Terablusê balyozê Tirkiyê Kenan Yilmaz jî gihîştiye rojhilatê Lîbyayê ku di bin kontrola artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter de ye.

Wekî tê zanîn Îmarat yek ji piştgirê herî xurt ê Xelîfe Hefter e û serdana balyozê Tirkiyê jî wekî guhertina helwesta Enqereyê li hember Hefter tê nirxandin. Herwiha ev jî wekî nîşaneya guhertineke girîng tê dîtin ku zemîna pêvajoyeke nû ava dike.