Erdogan: Emê dersa Hefter bidinê û ji Libyayê jî venakisin

14 rêbendan 2020 18:22
Erdogan: Emê dersa Hefter bidinê û ji Libyayê jî venakisin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan siyaseta xwe ya li Sûriyê û Libyayê ku destwerdana leşkerî dike parast û got, heta metirsiya bekayê li ser wan hebe ew dê destwerdanên xwe yên leşkerî li Sûriyê berdewam bikin.

Erdogan gef li hêzên Xelîfe Hefter ên Libyayê jî xwar ku di danûstandinên Moskowê de agirbesta hatiye pêşniyarkirin îmzke nekiriye û wiha got:

“Heger Hefterê derbekar êrîşên xwe berdewam bike, emê dersa wî bidinê. Heta em li wê erdnîgariyê gelê Libyayê azad nekin û îstiqrarê neyînin wê hebûna me li wir berdewam bike.”