Li Ûrmiyê du keçên Kurd agir berdan canê xwe û xwe sewitandin
12 berfanbar 2020 20:58
PeyamaKurd – Du keçên Kurd li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, agir berdan canê xwe û xwe şewitandin.
Malpera Mafên Mirova ya Hengawê da zanîn, roja 10ê vê mehê, keçikek 15 salî bi navê Ronak Ezîzvend û xelka gundê Kanî Reş yê Ûrmiyê, agir berda canê xwe û xwe kuşt.
Li gorî zanyariyan, Ronak Ezîzvend di temenê 14 salî de dabûn kesekî xelkê gundê Şiklava, li devera Mirgevera Ûrmiyê. Ji ber ku keçik bi zorê dabûn mêr, wê jî agir berda canê xwe û xwe şewitand.
Îro (12 vê mehê) jî keçikek 16 salî bi navê Zehra Îsmaîlî (16 salî) û xelka gundê Bawan yê Ûrmiyê ji ber pirsgirêkên nav malbatê, xwe şewitand û canê xwe ji dest da.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Girtiyekî Kurd li Ûrmiyê agir berda canê xwe
26 mjd 2020
Jiyan
Hûrgiliyên agirbesta Xezeyê eskere bûn: Berdana dîlan dest pê dike
19 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin