Girtiyekî Kurd li Ûrmiyê agir berda canê xwe
PeyamaKurd – Girtiyekî Kurd, li girtîgeha navendî ya bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, xwe şewitand û piştî wê girtîgeh tevlihev bû.
Li gor Malpera Mafê Mirovan ya Hengawê diyar kir, do danê nîvro girtiyekî Kurd bi navê Hucet Kazimnejad, ku sizayê xwe kişandiye lê hîn nehatiye berdan, wek nerazîbûneke li hember wê rewşê, agir berda canê xwe.
Herwiha hat zanîn, ew girtî ku beşek ji bedena wî birîndar bû, rastî lêdan û îşkenceya gardiyanan hat. Ji ber vê yekê bi sedan girtiyên din li dijî vê yekê dest bi xwepêşandanê kirin, lê rastî serkutkirina tund ya hêzên ewlehiyê hatin.
Girtiyan jî ji kerba wê yekê, tevahiya derî û pencereyên girtîgehê şikandin û betanî û kincên xwe şewitandin. Bi vî rengî rewşa girtîgehê bi temamî aloz bû. Paşê hêzeka taybet bo serkutkirina girtiyan derbasî nav zîndanê bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin