‘Garisfiroşê Qeşeng’: Ji Agiriyê ta Stenbolê çîroka navdarbûyîna kurdekê

04 îlon 2026 10:00

Çîroka ku li Karakoya Stenbolê li ber dezgeha garis dest pê kir, bi bandora medyaya civakî veguhast navdariyeke ku sînoran derbas dike. Alper Temel ê 25 salî ku wekî “Garisfiroşê Qeşeng” tê nasîn, çîroka jiyana xwe ya ku ji navçeya Bazîda Agiriyê heta Stenbolê dirêj dibe û balkişandina mirovan a ji welatên cuda yên cîhanê veguhast.

‘Garisfiroşê Qeşeng’: Ji Agiriyê ta Stenbolê çîroka navdarbûyîna kurdekê

RûpelNews - Alper ku li dora Îskela Karakoyê li gel birayê xwe garis û şahbelotan difiroşe, di vî karî de ne kesekî nû ye. Li gorî gotina wî, ew ji temenê biçûkiyê ve hînî pîşeya bavê xwe bûye û piştî perwerdehiya lîseyê derbasî ber dezgeh bûye. Nêzîkî 7-8 sal in ku li Karakoyê li gel birayê xwe dixebite.

Ji kameraya geştyarekî li cîhanê belav bû

Alper Temel ê ku ji mîkrofona RûpelNewsê re axivî, dibêje ku guherîna herî mezin a di jiyana wî de bi bandora medyaya civakî çêbûye.

Alper dema li Karakoyê garis difirot bal kişandibû ser geştyarên berekî, piştî ku naverokçêkereke rûs ew tomar kir, di demeke kurt de di medyaya civakî de gihişt bi sedan hezar kes. Bi belavbûna vîdyoyan li welatên cuda, dezgehê garis ê li Karakoyê bû yek ji cihên ku geştyarên ku dixwazin Alper bibînin serdana wî dikin.

Alper dibêje eleqeya ku dît di destpêkê de bi taybetî ji Amerîkaya Latîn, Kore û Rûsyayê bû: “Paşê ji bo hemû welatên ku tên bîra te. Niha ji her welatî hene.”

Wî destnîşan kir ku ew îro ne tenê li Karakoyê, di heman demê de li nuqteyên cuda yên Stenbolê û li derveyî welêt jî tê nasîn.

Li Fransayê jî hate nasîn

Alper diyar dike navdariya ku di medyaya civakî de dest pê kiriye ne tenê bi înternetê re sînordar maye, dibêje ku li Fransayê jî mirov wî nas dikin.

Garisfiroşê kurd, bi van gotinan anî ziman ku çîroka wî ya li Karakoyê dest pê kiriye êdî sînorên Tirkiyeyê derbas kirine: “Ji bo demekê ez çûm Fransayê. Li Fransayê jî min ev eleqe pir dît. Li derve jî ez vê eleqeyê dibînim.”

Alper bersiva pirsa “Gelo ew li derveyî Karakoyê jî tê nasîn?” wiha da: “Ka em bi te re herin Esenyurtê, binêrin ka tu dê li wir jî vê eleqeyê bibînî? Wê li wir me bibînin. Esnafên li wir jî nas dikin, mirov nas dikin. Mirovên li derve jî nas dikin.”

Cih û warê Alper navçeya Bazîd a Agiriyê ye. Lê belê Alper diyar dike piştî ku bûye “Garisfiroşê Qeşeng” hêj nekariye here bajarê xwe û destnîşan dike ku tempoya xebatê ya zêde dibe asteng li ber vê yekê.

Ew dibêje: “Her ku diçe xelk tên. Ji ber vê yekê niha nekarim herim welêt, lê di demeke nêz de ez dê herim.” Esnafê ciwan ê ku dixwaze dîsa here axa ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, bawer dike ku dê li bajarê xwe jî heman eleqeyê bibîne.

“Her tişt tiştekî demkî ye”

Li ser pirsa ka navdariya ku di medyaya civakî de bi dest xistiye dê domdar be an na, jî gelekî hişyar e. Alper dibêje ku eleqeya di medyaya civakî de dibe ku bi derbasbûna demê re kêm bibe, lê ji ber seyrûsefera qelebalix a mirovî ya li Karakoyê, ew eleqeyê hêj bi hêz hîs dike. Alper ku bi gotinên “Her tişt demkî ye. Dibe ku bibe, dibe ku nebe jî” nêzîkatiyeke rasteqîn nîşan dide, teqez dike ku eleqeya ku îro dibîne jî pir mezin nake.

“Dema ez diçim malê, ez Alperê asayî me”

Alper ku bandora navdariyê ya li ser jiyana xwe ya taybet jî vedibêje, diyar dike ku ew wêneyê “Garisfiroşê Qeşeng” a di medyaya civakî de naxe nav jiyana xwe ya rojane. Ew dibêje desgirtiya wî nîne û diyar dike ku hewl dide jiyana xwe ya taybet heta ku ji dest tê ji vê rewşê dûr bigire.

Esnafê ciwan dibêje: “Ez têm vir û dixebitim. Ez bi mirovan re wêneyan dikişînim û dema ez diçim malê, ez Alperê asayî me.” Ew diyar dike ku xelk li Karakoyê wî wekî “Garisfiroşê Qeşeng” nas dikin, lê ji bo wî rewş sade tir e: “Li vir dibêjin Garisfiroşê Qeşeng. Bi giştî ez li vir garisfiroş im. Lê di jiyana xwe ya taybet de ez tenê Alper im.”

“Min her dem hewl da ku bi paqijî qezenc bikim”

Li ser pirsa ka nasbûna di medyaya civakî de ji aliyê madî ve jî bergîdaneke wê heye an na, Alper bersivê dide ku navdarî û qezenc bi tevahî ji hev serbixwe nînin: “Ku tu bi kar ve jî girê bidî, bêguman tu nanê vê dixwî. Min her dem hewl da ku bi paqijî qezenc bikim. Dema ku wisa dibe jî, hinekî kêm qezenc dikî.”