Festîvala Muzîkê ya 50yemîn a Stenbolê, dest pê dike

01 hezîran 2022 20:03
Festîvala Muzîkê ya 50yemîn a Stenbolê, dest pê dike

PeyamaKurd-Festîvala Muzîkê ya 50yemîn a Stenbolê, di 6ê Hezîranê de dest pê dike û dê heta 24ê Hezîranê bidome. Hat ragihandin ku di çarçoveya vê festîvalê de li 3 navnîşanên diyarkirî, dê ji bo xelkê konsertên bê pere jî werin dayîn.

Ji bo muzîkhezên li bajarê Stenbolê yên Tirkiyeyê, amadekariyên festîvala muzîkê tên kirin. Festîvala Muzîkê ya 50yemîn a Stenbolê, dê li Sarnica Şerefiyeyê, Parka Fenerbahçeyê û Parka Yildizê, bi konsertên hunermenên cuda û şahiyên muzîkê, were rêvebirin. Hat ragihandin ku festîvala îsal, li ser temaya Stenbolê tê pêşkêşkirin û di pêvajoya festîvalê de dê bi dehan hunermend derkevin ser dikan û dê bernameyên muzîkê werin pêşkêşkirin.

Ji aliyê komîteya amadekar a festîvalê ve hat ragihandin ku dê festîvala îsal, bi rengekî pirzimanî, pir-çandî û bi repertuareke dewlemend were rêvebirin.