Şaredariya Uskudara Stenbolê ket destê AK Partiyê
Ji bo cîgirê şaredarê nû yê Uskudara Stenbolê hilbijartin hat kirin. Namzedê Hevpeymaniya Komar anku yê AK Parti û MHP Dundar Ziya Gultekin, li hemberî namnzedê CHPê herî zêde deng wergirt û wek cîgirê nû yê şaredariya Uskudarê hate hilbijartin.
RûpelNews - Piştî ku di 31ê Tîrmehê de Şaredara Uskudara Stenbolê Sinem Dedetaş, di çarçoveya operasyoneke li ser bingeha îdiayên "rişwet bertîl" û "avakirin û birêvebirina rêxistinekê ji bo mebesta pêkanîna sûcekî" li dijî şaredariyê de hate girtin û ji kar hate dûrxistin, di hilbijartina cîgira şaredarî ku di 5ê Tebaxê de hat lidarxistin de namzeda CHPê, Sibel Tan Çetinkaya bi ser ket.
Di hilbijartinê de, 28 endamên CHPê û 17 endamên Hevpeymaniya Komar dengên xwe dan. Koma AK Partiyê îdia kir ku jimartina dengan bi awayekî ne rêkûpêk hatiye kirin û di dema pêvajoya hilbijartinê de binpêkirinên yasayî çêbûne û bi daxwaza dubarekirina hilbijartinê serî li darazê hat dayîn. Biryar hat dayîn ku hilbijartin were dubarekirin.
Beriya hilbijartina dubare, çar endamên meclîsê yên CHPê derbasî AK Partiyê bûn, di heman demê de du endam jî hatin girtin. YENÎ Parti û CHPê bi yekdengî tevgeriyan û beşdarî hilbijartinê nebûn.
Hilbijartina cîgirê şaredar, ku ji ber ku piraniya mutleq nehatibû bidestxistin hatibû paşxistin, îro careke din hate lidarxistin.
Di hilbijartinê de ku di çar geran de bi dawî bû, namzedê Hevpeymaniya Komar Dundar Ziya Gultekin, 23 deng wergirtin, namzeda CHPê, Sibel Tan Çetinkaya, 19 deng wergirtin. Du dengên ku ji bo Dundar Ziya Gultekin hatibûn dayîn hatin îtirazkirin. Piştî vekolînê, her du deng jî derbasdar hatin dîtin.
Namzedê Hevpeymaniya Gel, Dundar Ziya Gultekin bi wergirtina dengên zêdetir wek Cîgirê Şaredarê Uskudarê hate hilbijartin.
