Her du keçên Kurd ên ji aliyê koma çekdar ve hatibûn girtin serbest hatin berdan

09 berfanbar 2020 14:30
Her du keçên Kurd ên ji aliyê koma çekdar ve hatibûn girtin serbest hatin berdan

PeyamaKurd – Her du keçên Kurd Lonjîn û Rojîn Mihemed Xelîl, ên ji aliyê çekdarên koma El Hamzat, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, nêzîkî 2 sal û 6 mehan girtî bûn, serbest hatin berdan.

Li gor zanyariyan, her du xwişk, roja çarşemê ji zindana gundê Maretê derketine û bavê her du keçan Mihemed Xelîl Ebdo, nehatiye berdan û ew li zindaneke bajarê Babê girtiye.

Mihemed Xelîl Ebdo û her du keçên xwe, ji gundê Kurkê Jêrîn in û li bajarê Efrînê niştecî bûn.

Mihemed Xelîl û keça wî Lonjîn, roja 25ê Hezîrana 2018an hatibûn girtin û piştî girtina wan, Rojîn Mihemed jî li nav bajarê Efrînê hatibû girtin.