Serokomarê Iraqê ji aliyên Kurdistanê xwest rêzê li encamên hilbijartinan bigrin
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, bi peyamekê encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîroz kir û got ku ew daxwazê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike “rêzê li encamên hilbijartinan û îradeya azadiyê ya gel” bigirin û ji bo pêkanîna Kabîneya 10an dest bi danûstandinan bikin.
Letîf Reşîd got: “Li ser maseya diyaloga niştîmanî ya avaker rûnin, bi armanca pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê bingehê ku xizmetkirina xelkî li pêşiya karên wê be û ji bo pêşxistina avakirin û avedankirinê kar bike û piştevaniya vejandina aborî û bidestxistina pêşxistina berdewam bike.”
Dr. Letîf Reşîd diyar kir ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê kariye bi awayekî destpakî û pîşeyî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bi rê ve bibe, lewma daxwazê ji aliyên siyasî dikim ku “rêzê li encamên hilbijartinan û îradeya azadiyê ya gel” bigirin.
Di hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, mafê 2 milyon û 686 hezar û 578 dengderan hebû biçin ser sindoqan. Ji wan 2 milyon û 87 hezar û 972 kes tevlî proseyê bûn û rêjeya tevlîbûnê 72% hate tomarkirin. Li gorî encamên destpêkê yê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi lîsteya 190 karî 809 hezar û 172 dengan bi dest bixe ku 39%ê dengan bi dest anî û 39 kursî ji 100 kursiyan wergirt.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin