Pompeo: Min ji Iraqê xwest budçeya Kurdistanê bisîne

19 tebax 2020 22:22
 Pompeo: Min ji Iraqê xwest budçeya Kurdistanê bisîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoe di civîna rojnamevanî ya hevbeş a bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re de, got ku wî ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiri ku budçeya Herêma Kurdistanê bişîne.

Pompeo bal kişand ser hebûna komên çekdarên bi ser Îranê ve yên li Iraqê diyar kir ku ew hê jî pirsgirêk in û gefê li îstiqrara Iraqê dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê da xuyarin ku wan ligel şanda Iraqê kêmkirina hêzên Amerîkî gotûbêj kiriye û got, divê hêzên Amerîkî nebin asteng ji dîyaloga stratejîk re ku serweriya Iraqê hewceyî piştevaniya Amerîkayê ye.

Pompeo herwiha diyar kir ku wê Trump li nêzîk gavên nû bo Îranê eşkere bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî di civîna hevbeş de ragihand ku wê di sektorên enerjî, petrol, tenduristî û perwerdeyê çend rêkeftin ligel Amerîkayê bêne îmzekirin û bal kişand ew dixwazin hevkariya têkoşîna dijî terorî û ewlehiyê bi Amerîkayê re berdewam bikin.

Husên herwiha daxwaz kir ku hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên taybet li ser budçeyê çareser bikin.