Li Sûriyê balafireke Tirkiyê kete xwar
02 gulan 2024 20:48
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Minbic ê Sûriyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, balafireke bêmirov a artêşa Tirkiyê kete xwar.
Li gorî ragihandina Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku bi ser HSDê ve ye, dema balafireke bêmirov a Tirkiyê li ser gundê Toxar ê li bakurê Minbicê digeriya, ketiye xwar.
Derbarê sedema ketina wê balafirê de ti agahî nehatin belavkirin ku nehat zanîn bê hatiye xistin yan bi xwe ketiye.
Herwiha li ser medya civakî jî dîmenên droneke Tirkiyê ya ketiye, hatin belavkirin ku tê gotin êrîşeke dronên întixarî li ser Minbicê hatiye encamdan.

Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Jineke hemwelatiya Tirkiyê kete Hikûmeta Demkî ya Sûriyê
22 brf 2024
Jiyan
Amerîkayê li Sûriyê balafireke bêpîlot a Îranê xist xwarê
15 sbt 2023
Cîhan
Sehba | Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya artêsa Tirkiyê ket xwarê
09 nsn 2022
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin