Jineke hemwelatiya Tirkiyê kete Hikûmeta Demkî ya Sûriyê

22 berfanbar 2024 16:24
Jineke hemwelatiya Tirkiyê kete Hikûmeta Demkî ya Sûriyê

PeyamaKurd – Di kabîneya hikûmeta demkî ya Sûriyê de, cara yekem jinek hate destnîşankirin.

Hate ragihandin ku jina bi navê Ayşe Seyîdoglu ya di heman demê de hemwelatiya Tirkiyê ye, di kabîneya hikûmeta demkî de, wekî Seroka Nivîsgeha Karûbarên Jinan hate tayînkirin.

Hate zanîn ku Ayşe Seyîdoglu, li Tirkiyeyê jî Seroktiya Platforma Komeleyên Penaberên Sûriyê dikir. Seyîdoglu bû yekem jin ku di kabîneya hikûmeta demkî ya Sûriyê ya pêşengiya wê HTŞê dike de, cî digre.

Hêjayî gotinê ye, piraniya endamên hikûmeta demkî ya Sûriyê li Tirkiyê perwerdehiya zanîngehê dîtine û demekê jî li Tirkiyê jiyana xwe domandine.