Balafireke şer a F-16 a Amerîkayê ket xwarê
Balafireke şer a F-16 a artêşa Amerîkayê li eyaleta Michiganê ket xwarê. Hat ragihandin ku pîlot bi riya kursiya fırlatker ji balafirê rizgar bûye.
RûpelNews - Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, bûyera ketina balafirê li nêzîkî bajarokê Blair û herêma Grand Traverse County, li beşa bakurê eyaletê, pêk hatiye.
Herçend hêj derbarê sedema ketina balafirê de daxuyaniyeke fermî nehatibe dayîn jî, hate piştrastkirin ku pîlot xwe avêtiye derve û rizgar bûye. Şahidên bûyerê ragihandin ku pîlot hişyar bûye.
Herêm hate dorpêçkirin
Piştî ketina balafirê, tîmên ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hin rêyên li herêmê ji bo trafîkê hatin girtin û ji ajokar û niştecîhên herêmê hate xwestin ku xwe ji cihê bûyerê dûr bigirin.
Wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin, dûmaneke reş û stûr nîşan didan ku ji cihê ketina balafirê bilind dibû.
Hat ragihandin ku derbarê ketina balafirê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
