Balafireke bê pîlot a Artêsa Tirkiyê li Efrînê hat armanckirin û ket xwarê

09 nîsan 2021 16:29
Balafireke bê pîlot a Artêsa Tirkiyê li Efrînê hat armanckirin û ket xwarê

PeyamaKurd – Şeva borî, balafireke bê pîlot a Artêşa Tirkiyê li Efrînê hat armanckirin û ket xwarê.

Li gor zanyariyên ji medyaya girêdayî Rêveberiya Xweser, balafira bê pîlot a Tirkiyê li gundê Bêne li nahiyeya Şêrawa ya Efrînê ketiye xwarê.

Heman çavkanî diyar dike, ew balafir ji aliyê hêzên li wê navçeyê ve hatiye xistin, lê amaje bi navê hêzê nekiriye.

Artêşa Tirkiyê, li ser mijarê tu agahî belav nekiriye. Herwiha tu aliyekî din xistina drona Tirkiyê li herêma Efrînê piştrast nekiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gor zanyariyên Afrinpostê, hêzên dagirkeriya Tirkî di 8ê Nîsana 2021an de, gundê Bênê û Aqîbê yên navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî, hevdemî bi balafirên keşfê topbaran kiribûn.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve û piştî êrîşeke berfireh, di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Enqerê de ye. Ji wê herêmê, tenê 12 gundên nahiyeya Şêrawa di kontrola hêzên Kurdî de mane.