Çekdarên girêdayî Tirkiyê balafireke bê pîlot a rûsî xist xwar
13 cotmeh 2021 22:05
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Marê yê gundewarê bakurê parêzgeha Helebê ya Sûriyê, balafireke bêmirov ya Rûsyayê hate xistin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, piştî êrîşên asmanî yên balafirên Rûsyayê li dijî binkeyên çekdaran ku çend roj in berdewam dikin, li gundewarê bakurê Helebê bajarê Marê îro 13ê Cotmehê balafireke bêpîlot a rûsî ji aliyê komên çekdar ve hatiye xistin.
Bajarê Marê yê girêdayî parêzgeha Helebê di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sam: Li Idlib û Laziqiyê 9 dronên çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin xistin
15 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin