Rêxistina Efûyê: Artêsa Tirkiyê li Efrînê dagirker e!
PeyamaKurd- Piştî ku Tirkiye bi artêşa xwe ve kete nava bajarê Efrînê de, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) li ser vê herêmê raporek weşand. Di raporê de hate îfadekirin ku îhlalkirina mafên mirovan gelekî zêde bûye û Tirkiye jî vê zilmê pişt guhê xwe dixe. Rêxistinê got ku Tirkiye li Efrînê hêzeke dagirker e.
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî komên ku Tikiyê piştgiriya wan dike, zilmeke mezin li gelê herêmê dikin. Tirkiye jî ji vê rewşê memnûn e û li ber vê zilmê çavên xwe digire. Divê berî gavekê Tirkiye vê zilmê bide sekinandin.
Rêxistinê di mehên Hezîran û Temûzê de li Efrînê bi 32 kesan re rû bi rû hevdîtin pêk aniye. Li Efrînê bi piranî Kurd dijîn. Di raporê de Tirkiye bi gelek sûcan tê sûcdarkirin. Li bajêr mal têne talankirin, belesebeb insan têne girtin û îşkencekirin. Kesên sivîl têne revandin û windakirin. Ev hemî sûc ji aliyê komên ku Tikiyê piştgiriya wan dike ve têne kirin û Tirkiye jî li ber vê zilmê çavên xwe digire.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin