Zilma grûpên ser bi artêsa Tirkiyê li Efrînê berdewam e
PeyamaKurd – Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê, welatiyên Kurd li devera Efrînê direvînin û bazirganiyên li ser wan dikin, ango fidyeyê ji kesûkarên wan dixwazin.
Li gor niştecihên navçeyê, duh çekdarên grûpa Sultan Mûrad, li gundê Hilûbiya biçûk ya navçeya Şeran, êrîşeke tevdana malan û girtina welatiyan pêkanîne û di encamê de çar welatiyên bi navên Umer Ebulla, Nûrî hemdo, Rustem Hemdo û Mihemed Cumie revandine û berên wan dane cihekî ne diyar.
Wan jêderan tekez kirin ku kesên hatine revandin, berî bi demekê jî, bi dirêjiya du mehan, hatibûn girtin û bi bertîl hatibûn serbestkirin.
Ji alîkî din ve, navenda Efrînê ya ragihandinê got ku welatiyê bi navê Luqman Nûrî, ku ji xelkên gundê Maseka yê navçeya Recoyê ye, di dîroka 18.10.2018an de, li taxa Mehmûdiyê ya bajêr, li gel erebeya xwe ji aliyê çekdarên girûpa Sultan Mûrad ve, hatiye revandin.
Di mijareke dîtir, nakokî û pevçûn di navbera milîsên grûpên cuda de, li ser dizîna berhemên zeytûnan, li hin gundên Efrînê derdikevin û di encamê de kuştî û birîndar jî çêdibin.
Tê destnîşankirin ku binpêkirinên li dijî xelkên sîvîl li devera Efrînê gihîştiye asteke metirsîdar û di encamê de gelek malbat ji ber tengahî û destdirêjiyan dest ji mal û milkên xwe berdidin û ji deverên xwe derdikevin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin