Li Stenbolê heya 17ê Gulanê hemû cûre çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Parêzgariya Stenbolê, heya 17ê meha Gulanê hemû cûre çalakî, kombûn û xwepêşandan qedexe kir.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Stenbolê, ew qedexe di çarçoveya biryara hikûmetê û Desteya Parastina Tendirustiyê ya di 14ê Nîsanê de hatiye dan.
Di çarçoveya biryarê de, tevahiya çalakiyên ku dibin sedema qelebalixî û kombûnan hatin qedexekirin.
Ev yek bûye cihê nerazîbûna beşek ji komele û rêkxistinan bi taybetî yên ku berevaniyê li mafê Karkeran dikin, ji ber ku qedexe dê roja 1ê Gulanê jî li xwe bigire ku Roja Cîhanî ya Karkeran e.
Parêzgarê Stenbolê jî sedema qedexeyê, belavbûna vîrûsa Koronayê da zanîn, lê ew aliyên nerazî dibêjin, bi mebest weha hatiye kirin ji bo ku rê nedin di 1ê Gulanê de karker nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Li Stenbolê salane ji bo Roja Cîhanî ya Karkeran, kombûn û xwepêşandanên mezin têne sazkirin û tê de rexneyan li hikûmetê digirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin