Heya dawiyê Nîsanê hemû cûre çalakî û civîn hatin texîrkirin

20 adar 2020 15:44
Heya dawiyê Nîsanê hemû cûre çalakî û civîn hatin texîrkirin

PeyamaKurd – Bi biryarnameya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, heya dawiyê Nîsanê li Tirkiyê her cûre çalakî û civîn hatin qedexekirin.

Di biryarnameya Serokomariya Tirkiyê de hatiye destnîşankirin ku Covid-19 ku cara ewil li Çînê hatiye xuyakirin û li seranserê cîhanê belav bûye û gihiştiye asta pandemiyê.

Di biryarnameyê de hatiye gotin, ji bo rêlibergirtina vê pandemiyê hewlên pêwîst têne dayîn.

Li gorî biryarnameyê, li ser pêşniyara Saziya Zanistî ya Koronavirusê ya di bin banê Wezareta Tenduristiyê de, bi mebesta rêlibergirtin û belavbûna Covid-19ê hemû cûre çalakiyên çandî, hunerî, zanistî, civatî û hwd. Heya meha nîsanê hatin texîrkirin.