Qeyûmê Wanê heya 15 rojan hemû cûre çalaki qedexe kirin

27 tebax 2019 14:37
Qeyûmê Wanê heya 15 rojan hemû cûre çalaki qedexe kirin

PeyamaKurd - Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez ku weke qeyûm li şûna Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya HDPyî Bedia Ozgokçe Ertan hatine tayînkirin, heya 15 rojan li Wanê hemû xwepêşandan qedexe kirin.

Walîtiya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî belav kir ku jî îro (27.08.2019) heya 10ê Îlonê hemû cure xwepêşandan, çalakî, civîn, mîting, meş, vekirina konan, belavkirina belavokan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê 20ê Tebaxê bi hinceta ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistibû.

Li şûna Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke qeyûm hatibû wezîfedarkirin.

Ji aliyê din ve, li bajarê Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, hemû corên çalakiyan weke xwepêşandan, meş û kombûn ji bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.