1ê Gulanê: Li Stenbolê gelek rê û qad hatin girtin

01 gulan 2026 08:27

Parêzgeriya Stenbolê derbarê çalakiyên 1ê Gulanê de biryarên nû ragihand. Gelek rê û qad ji çûnehatinê re hatin girtin.

1ê Gulanê: Li Stenbolê gelek rê û qad hatin girtin

RûpelNews - Parêzgeriya Stenbolê, derbarê çalakiyên 1ê Gulanê Roja Hevgirtin û Kedê de rênimayênnû ragihand. Parêzgeriyê derbarê rênimayên nû de ragihand ku di hin parvekirinên medyaya civakî de bangên ji bo çalakiyên neqanûnî hatine tespîtkirin û hat gotin ku li seranserê bajêr tedbîrên cihêreng hatine girtin.

Wekî beşek ji van tedbîran, gelek kolan û rê li navçeyên Beyoglu, Beşîktaş, Şîşlî, Kadikoy û Kartalê ji saet 05.00an ve ji çûnehatinê re hatin girtin. Hat ragihandin ku stasyonên metroyê yên Taksîm, Şîşhane û Osmanbeyê hatine girtin.

Veguhestina deryayî jî hat sînordarkirin

Sînordarkirin her wiha li ser veguhestina deryayî jî hatin danîn. Hat ragihandin ku destûr nayê dayîn ku ÎDO, xetên navbajêr û keştiyên motorî yên taybet rêwiyan ji aliyê Asyayê ve bibin aliyê Ewropayê. Her wiha hat ragihandin ku hin xizmetên li ser xetên peravê yên Balat, Sutluce û Haskoyê hatine betalkirin.

Parêzgeriyê daxwaz kiriye ku parkên otomobîlan ên li cihên cuda, di nav de Kabataş, Mecîdiyekoy, Saraçhane û Dolmabahçe werin valakirin û destûr neyê dayîn ku ti wesayît li wir rawestin.

Di heman demê de, ferman hatin dayîn ku li nexweşxane û beşên lezgîn ên li seranserê bajêr, personelên tenduristiyê hebin. Hat ragihandin ku heke pêwîst bike, dê tîmên tenduristiyê li navendên binçavkirinê yên Midûriyeta Polîsê Stenbolê bên bicihkirin.

Parêzgeriyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku tedbîrên hatine girtin ji bo misogerkirina nîzam û ewlehiya giştî ne.