Li Sîraz a Îranê bi çekan êrîsî mezargehekê kirin: 15 kustî, 40 birîndar hene...
26 cotmeh 2022 23:23
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Şîrazê yê navenda parêzgeha Fars ê Îranê, êrîşeke çekdarî li dijî mezargehekê hatiye kirin û di encamê de 15 kes hatine kuştin.
Li gorî zanyariyên destpêkê yên medya Îranê belav kirine, teqe bi çeka kalaşnîkov hatiye kirin û êrîş li ser mezargeheke olî pêk hatiye ku 15 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne.
Hatiye diyarkirin ku êrîşkar sê kes bûne, du ji wan hatine desteserkirin û li dezgehên ewlehiyê ne. Ji bo desteserkirina êrîşkarê sêyem jî lêkolîn dewam dikin.
Hîn derbarê nasnameyên êrîşkaran û sedema êrîşê de zanyarîyên piştrastkirî nehatine belavkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bi dronan êrîsî kargeha çekan a Îranê kirin: Teqîneke mezin çêbû!
29 rbn 2023
Cîhan
Milîsên Îranê êrîsî bargehên HSDê kir: 4 milîs hatin girtin
18 mjd 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin