Bi dronan êrîsî kargeha çekan a Îranê kirin: Teqîneke mezin çêbû!
29 rêbendan 2023 13:54
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Îsfahan ê Îranê di encama êrîşeke bi dronan de, li kargeheke çekan teqîneke mezin çêbûye.
Televizyona Îranê piştrast kir ku şevê din piştî êrîşeke bi dronan li kargeha leşkerî ya Îsfahanê teqîn çêbûye.
Hatiye diyarkirin ku li wê kargehê hilberîna cebilxaneyan dihat kirin. Parêzgariya Îsfahanê daye xuyakirin ku di encama teqînê de ziyanên canî çênebûne.
Herwiha Wezareta Berevaniya Îranê jî ragihandiye ku êrîş bi balafirên bêmirov ên mîkro hatiye encamdan û yek ji wan dronan jî li hewayê hatiye lêdan.
Tê gotin ku ew êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, lê heta niha ji aliyê Îsraîlê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îdia: Îsraîl îsal dê êrîsî tesîsên nukleerî yên Îranê bike
13 sbt 2025
Cîhan
HSD: Komên girêdayî Samê bi dronan êrîsî gundewarê Helebê kirin
05 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin