Îsraîl: Me êrîş li zêdetirî 40 tesîsên hilberîna çekan a Îranê kir

30 adar 2026 12:48

Artêşa Îsraîlê ragihand wan di nav du rojên dawî de êrîş birine ser zêdetirî 40 tesîsên hilberîna çekan a li Îranê.

Îsraîl: Me êrîş li zêdetirî 40 tesîsên hilberîna çekan a Îranê kir

RûpelNews - Artêşa Îsraîlê der barê êrîşên dawîn de bi daxuyaniyekê eşkere kir ku êrîşên hewayî li dijî baregehên leşkerî yên li Îranê berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Îranê di nava du rojên dawîn de êrîş li ji zêdeyî 40 tesîsên hilberîna çekan kirin.

Ji aliyê din ve doh bi şev di êrîşên hewayî li ser Tahranê de tesîsên çekan hatine hedefgirtin û ji zêdeyî 80 bombe li ser van tesîsan hatine avêtin.

Di êrîşa doh bi şev de li Tahranê febrîqaya montajkirina mûşekan, motorên mûşekan hatine hedefgirtin.