Îsraîl: Eger Îran êrîşekê bike em dê wan tarûmar bikin
Îsraîlê diyar kir ku, eger Îran êrîşekê li dijî wan bike enerjî jî tê da hemû binesaziya Tahranê dê tarûmar bikin û vî welatî wê di nav tarîtiyeke mezin de bihêlin.
|
Türkçe
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz derbarê Îranê de daxuyanî da.
Li gor medyaya Îsraîlê Katz peyamên tund da Tahranê û wiha axivî:
"Eger Îran êrîşî me bike ew ê binesaziya Îranê bi tevahî, tevî sektora wê ya enerjiyê, bikin armanc û dibe ku rejîma Tehranê ji ber zextên aborî hin gavên li dijî me pêk bîne."
Katz got: "Ji bo her cure êrîşekê artêşa me her amadebaşiyê de ye. Ku Îran li dijî me êrîşekê bike em dê bi tundî lêxin û wan vegerînin serdema kevirî û nav tariyê."
