Li sînorê Bexdayê 3 berpirsên DAISê hatin kustin
PeyamaKurd – Li sînorê Bexdayê, 3 berpirsên DAIŞê hatin kuştin, berpirsê xeta başûr jî hat girtin.
Li gor saziya tekoşîn û dijrawestana Iraqê diyar kir, li sînorê Bexdayê 3 berpirsên DAIŞê hatine kuştin û di çend helmetekî ewlehiyê de berpirseke din ê DAIŞê jî hatiye girtin.
Saziya tekoşîn û dijrawestana Iraqê da zanîn, berpirsê xeta başûr ê rêxistina DAIŞê yê bi navê Ebu Henan hatiye girtin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ew kesên ku hatine kuştin rola wan di rêxistina DAIŞê û êrîşên ser hêzên Iraqê de hebûne.
Saziya tekoşîn û dijrawestana Iraqê eşkere kir, navên kesên hatine kuştin, Ebu Usame, Ebu Rebîi û Ebu Sara ne û hewkarbûne di plan danîna kiryarên xwekujiyê yên li qada Teyeran a Bexdayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin