Di operasyona HSD û Hevpeymaniyê de 2 berpirsên DAISê hatin girtin

10 sibat 2021 01:00
Di operasyona HSD û Hevpeymaniyê de 2 berpirsên DAISê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên li dijî şaneyên DAIŞê de, hêzên taybet ên girêdayî HSDê operasyoneke hevbeş ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya OSDê 9ê Sibatê li ser rûpela xwe ya fermî ragihand ku doh 8ê Sibatê hêzên taybet ên girêdayî HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, operasyoneke hevbeş li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîn.

Navenda Ragihandina HSDê eşkere kir ku operasyon li herêma Til Manix a gundewarê navçeya Şedadê pêk hatiye û di encamê de 2 berpirsên veguhestina çekdarên DAIŞê di navbera sînorên Sûriye û Iraqê de hatin girtin.

HSDê 7ê Sibatê jî ragihandibû ku li gundewarê Hesekê qaçaqçiyekî ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvand hatiye girtin.