Di operasyona hevbes a HSD û Hevpeymaniyê de 3 terorîstên DAISê hatin girtin
12 tîrmeh 2021 20:00
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku di operasyoneke ser şaneyên DAIŞê de, 3 terorîst hatine desteser kirin.
Hat diyarkirin, Yeknîneyên Antî-Teror (YAT) li herêma Ebdan a navçeya Şedadê ya gundewarê başûrê Hesekê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn û di operasyonê de 3 terorîstên DAIŞê ku karê şaneyên veşartî hêsan dikirin û destê wan di bombekirina wesayitan û amadekirina mayînan de hebû, hatin girtin.
HSDê da zanîn ku operasyon bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk hatiye û miqdarek pêdiviyên leşkerî û belgeyên bi terorîstan re jî hatine desteserkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji HSD û Hevpeymaniyê operasyona hevbes: Saneya DAISê hate hilwesandin
10 sbt 2025
Cîhan
Ji Hevpeymaniyê û HSDê li Dêrazorê operasyona hevbes a DAISê
13 trm 2022
Jiyan
Operasyona li dijî DAISê: 47 gumanbar hatin girtin
05 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin