Mexmûr | Di encama êrîsa DAISê 4 berpirsên ewlehiyê hatin kustin
11 îlon 2021 17:29
PeyamaKurd – Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ebdulla Tahir daye zanîn, di encama êrîşeke DAIŞê li ser gundekî ser bajarokê Mexmûrê, 4 berpirsên ewlehiyê yên Iraqê hatin kuştin û 5 berpirsên ewlehiyê jî birîndar bûne.
Ebdulla Tahîr diyar kiriye, do êvarî derengiya şevê, çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Xetab ê Mexmûrê kirine û di encamê de 2 polîs hatine kuştin û pişt re hêzeke ewlehiyê bi hawara wê hêza polîsan de çûye û di rê de mayin bi wê hêzê jî de teqiya ye û di encamê de du serbaz jî di wê teqîna mayinê de mirine.
Herwuha Ebdulla Tahîr destnîşan kiriye, 5 sivîl jî di wê êrîşa DAIŞê de birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Kuwêtê ji bo êrîsa DAISê ya li Mexmûrê peyama serxwesiyê belav kir
05 brf 2021
Jiyan
Li Kerkûkê di encama êrîsa DAISê de 4 leskerên Iraqê hatin kustin
25 tbx 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin