Kuwêtê ji bo êrîsa DAISê ya li Mexmûrê peyama serxwesiyê belav kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Kuwêtê serxweşî li kesûkarên qurbaniyên gundê Xidircîce yê li sînorê Mexmûrê kir.
Şeva 2yê Kanûnê terorîstên DAIŞê êrîşî çend gundên sînorê qeza Mexmûrê kiribûn û di encama wê êrîşa li gundê Xidircîce de 3 hemwelatiyên sîvîl û 10 Pêşmerge şehîd bûbûn û 5 hemwelatî jî birîndar bûbûn.
Wezareta Derve ya Kuwêtê îro Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand, helwesta Kuwêtê derbarê dijatiya tundûtîjî û terorê de ronî û eşkere ye û nehatiye guhertin.
Wezareta Derve ya Kuwêtê êrîşa terorîstî ya DAIŞê şermezar kir û piştevaniya welatê xwe ji bo rûniştina îstiqrarê li Iraqê nîşan da.
Di daxuyaniyê de, serxweşî li hikûmet û gelê Iraqê bi giştî û kesûkarên şehîdên gundê Xidircîce jî bi taybetî hat kirin û hêviya selametiyê ji bo birîndaran hat xwestin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin