Li Serê Kaniyê ya dagirkirî du teqîn pê hev çêbûn
PeyamaKurd – Li bajarê Serê Kaniyê du teqîn li pê hev çêbûn. Di teqînekê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn. Di teqîna din de jî zerarên maddî çêbûn.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, teqîna yekem di nav qeyseriyekê, li nêzîkî xaçeriya Postê li Serê Kaniyê çêbûye.
Li gor heman çavkaniyan, ew teqîn bi rêya motorsîkletekî mînkirî de hat pêkanîna û li gor zanyariyên destpêkê di encama wê teqînê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecihî aşkere kirin ku teqîna duyem a li Serê Kaniyê li bazara firotina mirîşkan çêbû û di encamê de tenê zerarên madî hene.
Bajarê Serê Kaniyê yek ji wan herdu bajaran e ku artêşa Tirkiyê û komên çekdar di Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrişeke berfireh de dest danîbûn ser.
Ji dema Serê Kaniyê hatiye dagirkirin ve, rewşa emnî li wî bajarê têk çûye û aram nebûye.
Roja 27ê Tebaxa derbasbûyî, dîsa di encama teqîna motorsîkletekî mînkirî de li Serê Kaniyê, 2 kes hatibûn kuştin û 6 kes birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin