700 malbatên kurd ji Hesekê vedigerin Serê Kaniyê

07 îlon 2026 16:19

Hat ragihandin ku 700 malbatên ku ji Serê Kaniyê koç kiribûn Hesekê sibê vedigerin warê xwe yê Hesekê.

700 malbatên kurd ji Hesekê vedigerin Serê Kaniyê

RûpelNews - Endamê Tîma Serokatîyê ya taybet bi bicihanîna peymana 29ê Kanûnê ya navbera Şam û HSD ê de hatibû kirin Dr. Mistefa Ebdî daxuyakirin ku 700 malbatên kurd ên ji Serê Kaniyê berê koçî Hesekê kiribûn sibê dê vegerin Serê Kaniyê.

Ebdî destnîşan kir ku li navçe metirsiyeke ji aliyê ewlekariyê ve nin e û diyar kir ku ji bo hêsankirina pêvajoya vegerê, bi hevkarîya rêxistinên navdewletî yên li herêmê, alîkarîyên xwarinê û wesayîtên veguhastina malbat û kelûpelan hatine dabînkirin.

Li gorî hin zanyariyan hejmara giştî ya malbatên koçber ên ji Serê Kanîyê û gundewarê wê ku anha li bajarê Hesekê dimînin, derûdora 12 hezar û 500 malbatî ye. (SANA)