Li Serêkaniyê di nav komên çekdar da teqîn: 15 kustî...
14 mijdar 2019 16:44
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê li navenda Gumrikê ya Serêkaniyê teqînekê rû daye ku hejmarek ji endamên komên çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
Li gorî zanyariyan, sedema teqînê neliheviya li ser mazota hatiye dizîne ku di navbera koma Sultan Murad û komên çekdarên din de şer û pevçûn çêbûne û agir bi mazota dizîbûn ketiye.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku herî kêm 15 çekdar di encama teqînê te hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşên ku 9ê Cotmehê ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn destpêkirin û li gorî rêkeftina ligel Amerîkayê ketibû jêr kontrola çekdaran û artêşa Tirkiyê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pistî Helebê komên çekdar ber bi Hemayê bipêsve diçin: 450 kustî hene
02 brf 2024
Cîhan
Sedema teqînên li Serêkaniyê eskere bû: 2 komên çekdar pev ketin
24 îln 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin