Li ser lihevkirina cejnê 900 girtiyên din hatin berdan

26 gulan 2020 23:33
Li ser lihevkirina cejnê 900 girtiyên din hatin berdan

PeyamaKurd – Piştî ku doh bi minasebeta agirbesta Cejna Remazanê û lihevkirina hikûmeta Afganistan û Talîbanê, hejmarek girtiyên Talîbanê hatin berdan îro jî hat ragihandin ku 900 girtiyên din ên Talîbanê bi fermana serokomariyê hatin berdan.

Hikûmeta Afganî ragihand, ji bo berdewamkirina agirbestê û destpêkirina guftûgoyên rasterast ên di navbera hikûmeta Afganî û Talîbanê de, bêyî ti mercî girtî hatin berdan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi fermana serokomarê Afganistanê Mihemed Eşref Xenî îro 900 girtiyên Talîbanê ji zindanan derketin ku doh jî 100 girtî hatibûn berdan.

Çav li rê ye heta 2 hezar girtiyên Talîbanê werin berdan.