Pistî 4 hêsîrên îsraîlî, 200 girtiyên filistînî jî hatin berdan

25 rêbendan 2025 19:00
Pistî 4 hêsîrên îsraîlî, 200 girtiyên filistînî jî hatin berdan

PeyamaKurd – Piştî ku Hemasê 4 leşkerên ji jin ên îsraîlî berda, Îsraîlê jî di çarçoveya qonaxa duyem a agirbestê de 200 girtiyên filistînî berda.

Ew 200 girtiyên filistînî ji girtîgehên Ofer û Ketziotê hatin berdan. Ji girtiyên ku hatin berdan 120 kes bi cezayê miebetê hatine cezakirin.

Televizyona Al Jazeera got ku ji van girtiyên filistînî ku îro serbest hatin berdan 70 kes dê bên dersînorkirin û biçin Misrê. 

Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku girtiyên ku ji Ketziotê hatin berdan û dê berev Misrê vê bên dersînorkirin.