Di cejnê de 500 girtiyên Talîbanê hatin berdan
PeyamaKurd – Piştî ragihandina agirbesta Cejna Qûrbanê di navbera hikûmeta Afganistan û Tevgera Talîbanê de, 500 girtiyên Talîbanê hatin berdan.
Serokê Afganistanê Eşref Xenî di televizyona Afganî de xîtabî gel kir û ragihand, 500 girtiyên din ên Talîbanê di çarçoveya agirbestê de hatine berdan.
Eşref Xenî herwiha da zanîn, ji 5 hezar girtiyên Talîbanê heta niha 4 hezar û 600 girtî hatine berdan û li gorî peymana di navbera Amerîka û Talîban de, wê hemû girtî werin berdan.
Xenî bibîr xist ku li gorî destûra welat ne ji erkê wî ye ku biryara berdana 400 kesên din ên girêdayî Talîbanê berde, ji ber ku destê wan di sûcên xeter de hene.
Xenî destnîşan kir ku ew ê di demeke nêz de, bi meclîsa şêxên qebîleyan re peywendî çêbike, da ku derbarê wan kesan de biryarekê bidin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin