Li ser bûyera li Kobaniyê lêkolîn hat destpêkirin

12 îlon 2026 22:00

Ewlehiya Navxwe ya Helebê ragihand ku derbarê şewata li zindana Kobaniyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û li ser bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.

Li ser bûyera li Kobaniyê lêkolîn hat destpêkirin

RûpelNews - Fermadariya Ewlehiya Navxwe ya Helebê li ser bûyera li Kobaniyê ku agir bi zindanê berdan û gelek kes jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyekê da.

Ewlehiya Navxwe li Helebê diyar kir ku di encama vê bûyerê de, 7 girtiyan canên xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re hat xwestin û hêviya silametiyê ji birîndaran re hat kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku lêkolînek di derbarê bûyerê de hate vekirin û rêkarên yasayî yên pêwîst dê bên cibîcikirin.