Hejmara kesên ku di bûyera ferîbota li Gîrneyê binavbûyî de derket 14an
Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li ser ferîbota rêwiyan Filo Jet, ya ku li ber peravên Gîrneyê li Qibrisê binav bû, berdewam dikin, termê kesekî din hate dîtin. Bi vê yekê, hejmara miriyên qezayê derket 14an.
RûpelNews - Cenazeyê şeşemîn ê ku di dema operasyonên ji aliyê tîmên Hêzên Deryayî yên Tirkiyê ve hatibû dîtin, bo Bendera Gîrneyê hat veguhestin. Keştiyên TCG Işın û TCG Alemdar jî beşdarî operasyonên lêgerînê dibin.
Li gorî agahiyên herî dawî, di qezayê de 14 kesan jiyana xwe ji dest daye, û lêgerîn ji bo 14 kesên din berdewam dike.
Ferîbot demeke kin şûnde binav bû
Filo Jet, ku di navbera Gîrneyê û Bendera Taşucuyê ya Mersînê de sefer dikir, di 30ê Tebaxê de, demeke kin piştî ku ji Gîrneyê bi rê ket, serê wê dest bi girtina avê kir. Keştî di dema hewldana vegera benderê de binav bû.
Li ser keştiyê 267 rêwî û ekîb hebûn, ku ji wan 239 kes hatin rizgarkirin. Tê ragihandin ku keştî li kûrahiyeke nêzîkî 554 metreyî li ber peravên Girneyê binav bûye.
