Wezîr Gurlek: Bûyera li Zonguldakê dê bê lêkolînkirin

23 tebax 2026 21:23

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku lêpirsîneke cezayî li ser bûyera ku êrîş li karkerên kurd li navçeya Alapli ya Zonguldakê hatî kirin, destpêkiriye.

Wezîr Gurlek: Bûyera li Zonguldakê dê bê lêkolînkirin

RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek derbarê êrîşa li ser karkerên çandiniyê yên demsalî yên kurd li gundê Bektaşli yê navçeya Alapliyê ya Zonguldakê de, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Gurlek ragihand ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Karadeniz Eregli ve lêpirsîneke dadwerî li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

"Bûyer dê bi tevahî were lêkolînkirin"

Gurlek, got, "Pêvajoyên pêwîst bi baldariyeke mezin tên meşandin da ku misoger bibe ku bûyer bi tevahî were lêkolînkirin."

Gurlek, bûyer wekî "bûyereke takekesî" bi nav kir û got ku divê bûyer nebe mijara giştîkirinên ku dikarin bi şîroveyên cuda ahengiya civakî têk bibin.

Gurlek bang li gel kir ku tenê xwe bispêrin agahiyên piştrastkirî yên ku ji aliyê dezgehên peywendîdar ve tên parvekirin û tekez kir ku aşîtî, ewlehî û mafên yasayî yên hemû welatiyan, di nav de karkerên çandiniyê yên demsalî jî, ji aliyê dewletê ve tên garantîkirin.

Gurlek diyar kir, "Dê rayedarên me yên dadwerî mîsoger bikin ku qanûn li dijî kesên berpirsiyar ên bûyerê were pêkanîn."

Çi bûbû?

Li gundê Bektaşli yê navçeya Alapli ya Zonguldakê, di 21 û 22ê Tebaxê de êrîş li dijî karkerên ji Şirnexê yên ku wek karkerên çandiniyê yên demsalî hatibûn herêmê, pêk hatin.

Digel ku dîmenên kêliyên êrîşkirina li ser karkeran li ser medyaya civakî hatin parvekirin, Parêzgariya Zonguldakê diyar kiribû ku bûyer ji 'nakokiyeke takekesî' ya di navbera du malbatan de derketiye û kes birîndar nebûye.