Berdevkê ENKSê: Divê rê li ber fitneyê bê girtin û karesata zindana Kobaniyê bê lêkolînkirin
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand, kuştina Sîpan Hiso û agirpêketina zindana Kobaniyê cihê xemgîniyeke mezin e. Herwiha tekez kir ku divê dadgeh tawanbaran ceza bikin, da ku rê li ber aloziyên Kurdî-Erebî bê girtin.
RûpelNews - Feysel Yûsif di daxuyaniyeke taybet ji bo Kurdistan24ê de, sersaxî ji malbata Sîpan Hiso re xwest û destnîşan kir ku kuştina wî nimûneya nebûna ewlehiyê ye û hin alî hewl didin rewşê ber bi tolhildanê ve bibin. Yûsif got: "Pêwîst e sazî û dadgehên dewletê hebin û tenê tawanbar bi xwe bên cezakirin, ne ku pêkhateyên neteweyî bibin armanc. Divê rê neyê dayîn ku ev bûyer veguherin nakokiyeke Erebî-Kurdî û rê li ber fitneyê bê girtin."
Derbarê şewitandina zindana Kobaniyê de jî, Berdevkê ENKSê diyar kir ku ev bûyer piştî nerazîbûnên li ser kuştina Sîpan Hiso derketiye holê. Yûsif destnîşan kir ku xwepêşandan mafê her kesî ye, lê nabe sazî û dezgehên giştî bên têkdan. Her wiha sersaxî ji kesên di zindanê de jiyana xwe ji dest dane re xwast û daxwaz kir ku ji aliyê hikûmetê ve komîteyeke lêkolînê bê avakirin, da ku berpirsên vê karesatê bên darizandin û cezakirin.
Feysel Yûsif da zanîn, piştî rûxandina rejîma Esed, Sûriye di qonaxeke veguhêz re derbas dibe û erkê Serokê Demkî Ehmed Şera û hikûmetê ye ku qanûn û aramiya welêt biparêzin.
Herwiha Yûsif amaje bi rêkeftina 29ê Çileyê ya navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera kir û destnîşan kir ku piştî tevlîbûna HSD û asayîşê bo nava hêzên dewletê, parastina xelkê, dabînkirina aramiyê li deverên Kurdî û vegera koçberên Serê Kaniyê û navçeyên din berpirsiyariya her du aliyan e.
