Li Semsûrê Fûara 5 em ya çandiniyê û ajalvaniyê destpêkir
PeyamaKurd - Li Semsûrê Fûara 5 em ya çandiniyê û ajalvaniyê destpêkir û wê heya 26 ê êlûnê herkes karibe seredana fûarê bike. Di fûarê de ji 32 bajaran 70 şîrket stendên xwe vekirin. Destpêka fûarê bi axaftina parêzger Mahmut Çuhadar destpêkir û parêzger got ku Semsûr ji ber erdnîgariya xwe xwediyê çandiniya dewlemende.
Bajêr di hilberîna bi’îv û xurma Trabzonê de li pêşe û Çuhadar di mijarê de weha got:
“Semsûr di çandiniyê de gelek bipêş ket. Di hilberîna xurmeyên Trabzonê de piştî Adanayê em bajarê duyemin. Di bi’îvan de em li rêza ewilîne. Di hilberîna hinaran de di rêza 5 em de ne. Fûara me li ser xêrê be.”
Di destpêka fûarê de gelek dezge û saziyên fermî û taybet bi hemwelatiyan ve tevlî bûn û wê fûar heya 26 ê mehê dewam bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin